DTSO Haber'de Ara
DTSO Haber'de Ara
Serokê Komiteya Rêveberiya OBPA’yê Mehmet Kaya, Alîkarê Serok Ercan Tayinlamak û Erdal Avşar, Endamê Hejmaryar Nesîh Aktepe û Serokê Komîteya Rêveberiya Komeleya Pîşesaziya Tekstîlê û Serokê Komîteya Rêveberiya Komeleya Karsazan Mehmet Dalkiran, li Tekstîl Îhtîsasa ku li Herêma Pîşesaziyê ya Organîzeyê ye bi rayedarên fîrmayên veberhênan re civiyan.
Serokê DTSO’yê Mehmet Kaya, geşedanên ku derbarê Tekstîl HPO’yê de çêbûn agahî da û ragihand ku fabrîqeyên Tekstîl HPO’yê ji bo hilberînê amade ne. Kaya, diyar kir ku fabrîqeyên Tekstîl HPO’yê gihîştine qonaxeke baş û got, “Em her dem bi fîrmayên Tekstîl HPO’yê re dicivin û ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên ku ew dijîn em di nav hewldanan de ne. Ji bo pîşesaziya tekstîl û cilên fabrîkasyonê, dê Amed bibe navendeke girîng.”
Serokê Komîteya Rêveberiya Komeleya Tekstîl Pîşesazî û Serokê Komîteya Rêveberiya GÜNTİAD’ê Mehmet Dalkiran jî da zanîn ku fîrmayên veberhênan tevî bandorên neyînî yên koronavîrusê xebatên xwe yên înşeatê nedan sekinandin. Dalkiran, diyar kir ku li Tekstîl HPO’yê înşeatên 4 fîrmayên veberhênan bi dawî bûne û ji bo hilberînê amade ne û got, “Fîrmayên din ên veberhênan xebatên xwe yên înşeatê didomînin û piştî cejnê dê dest bi hilberînê bikin. Bi vî awayî dê sektora tekstîlê ya Amedê pêş ve biçe û serkeftinên girîng bi dest bixe.”