DTSO Haber'de Ara

Ji bo ku Navenda Lojîstikê ya Amedê were avakirin xebat bênavber didomin

1 Ağustos 2019 Nuçe

Bi beşdariya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Ajansa Geşepêdanê ya Karacadag, DTB, OSB, DESOB û nûnerên Îdareya GAP’ê re serdana Lojîstika Kazanê ya Enqerê hat kirin.

Serokê Lijneya Rêveberiya Baregeha Lojîstikê ya Enqerê İsmet Beyazkılıç û endamên Lijneya Rêveberiyê, pêşwaziya lijneyê kirin û di der barê xebatên baregehê de agahî dan. Piştî venêrtinan Serokê Lijneya Rêveberiya odeya me Mehmet Kaya axaftin kir. Mehmet Kaya got; “Ji bo Amedê avakirina projeya Navenda Lojîstikê vizyon bi xwe ye. Pêvajoya avakirina şîrketê bi dawî bû. Piştî amadekirina rapora fizîbilîteya Lojîstikê em ê navendên Lojîstikê yên Enqere û Samsûnê vekolîn bikin. Em dixwazin azmûnên li vê derê hatine jiyîn di cihê wê de bibînin û ji bo xwe ya herî baş bi kar bînin.”

[envira-gallery id="1173"]

E-Belge Hizmetleri
MERSİS
KVKK
5,321
Aktif Üye
Whatsapp Hattı
Telefon E-posta WhatsApp İletişim
Chat